SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro sibehê Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Dibistana Rewşen Bedirxan a bajarê Silêmaniyê dengê xwe da û piştî dengê xwe bikar anî, ji çapemeniyê re axivî.

 

Talebanî di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got; “Îro rojek dîrokî ye. Hêvî dikim welatiyên Kurdistanê biçine ser sindoqên dengdanê. Hebûna Kurdan li Iraqê bihêz bikin.”

 

 

Talebanî got; “Vê dengdanê ji bo rewşa niha ya Kerkûkê giringiya xwe heye. Ji bo wê tevlî dengdanê bibin. Çend bi hêz tevlî dengdanê bibin, ew çend wê Iraqê jî neçar bibe ku destûrê pêkbîne.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here