Turnuvaya futbolê ya lîstikvanên bi temen bi dawî bû

43

 

 

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ji berî hefteyekê turnuvaya futbolê ya ji bo bîranîna  Şehîdên Meha Gulanê ku di bin sîwana  Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) de hatîbû destpêkirin, îro bi maça fînalê ya di navbera tîmên Qada Civakî û Milîsan de, bi dawî bû.

 

Tîma Qada Civakî 4-0 bi serket. Bi vê yekê re Tîma Qada Civakî bû yekemîn.

 

Ji destpêka turnuvayê ve gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî eleqeyek mezin nîşanî turnuvayê dan û her maçekê bi sedan kes diçûn  temeşe dikirin. Herwiha kêliyên kelecan çêdibûn.

 

(ep.hr)