Welatiyên Başûr: Bi dengên xwe çarenûsa xwe diyar bikin

46

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro hilbijartinên Parlamentoya Iraqê destpê kirin. Hinek ji welatiyên ku dengê xwe bi karanîn ji RojNews re axivîn.

 

Welatiya bi navê Gulîzar Elî ya xelkê bajarê Silêmaniyê destpêkê axivî û got; “Em îro bi dilxweşî hatin û me dengê xwe ji bo aliyê xwe bi karanî. Divê herkes biçe dengê xwe bi karbîne. Ji ber ku ev deng çarenûsa me diyar dike.”

 

 

Şara Ebdulkerîm ku xelkê bajarokê parêzgeha Helebceye jî got; “Dengdan mafek xwezayî yê welatiyane. Ji bo ku bi rêya dengdanê welatî daxwaza mafê xwe bikin, divê herkes biçe ser sindoqan û dengê xwe bikarbîne.”

 

 

Her wiha Şara wiha domand; “Welatiyên ku heya niha nehatîn ser sindoqê yan jî naxwazin dengê xwe bikarbînin, neheqiyê li xwe dikin. Ji ber ku dengdan rêya yekem ya guhertinê ye. Ji bo vê divê hemû welatî biçin dengê xwe bikarbînin. Divê her welatiyê biçe ser sindoqê dengê xwe bide wî/wê kesê ku bi rastî baweriya xwe pê bêni.”

 

 

Dengdêrek din yê bajarê Helebce ê binavê Hawrê Nîmet jî got; “Ji ber ku Herêma Kurdistan hêjî beşek ji Iraqê ye, ji bo vê yekê ev dengdan ji bo me gelek girînge. Ji bo mafê gelê me li Parlamentoya Iraqê bê parastin, divê herkes dengê xwe bikarbîne.” Hawrê di dewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir; “Em daxwazê ji hemû lîste û namzetên dengê gel bi dest bixin dikin, hemû bi hevre li Parlamentoya Iraq ji bo destxistina mafê gelê kar bikin.”

 

 

Welatiyê bajarê Kerkuk Yunis Elî jî divê barê de nêrînên xwe anî ziman û got; “Niha Kerkuk dagirkiriye, dibin zordariyê deye. Ez dixwazim ev bajar vegere ser Herêma Kurdistan. Daxwazê ji xelkê Kerkukê jî dikim, bi girseyî tevlî hilbijartinan bibin daku bi dengê xwe çavê dijmin kor bikin.”

 

 

Herî dawî welatiyê bi navê Ehmed Seîd ku penaberê Şarebane û ev saleke li bajarokê Xaneqîn bi cih bûye jî li ser hilbijartinan wiha axivî; “Herçendî ku min dengê xwe bikaranî  jî, lê tu baweriyek min bi guhertinan nîne. Ji ber ku rewşa Iraq ji sala 2003’an heya niha wekî xweye û ti guhertinek têde çênebûye.”

 

Hilbijartinê Parlamentoya Iraq yên ku danê sibê saet 07:00 destpêkirî wê heya danê êvarî saet 18:00'an  berdewam bike.

 

(ik)