Wêneyên rengîn ji hilbijartinên Iraqê

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Her çend di saetên sibehê de hilbijartin li hinek herêman sar derbas bû jî lê, berbi saetên nîvro ve gel zêdetir berê xwe dan navendên hilbijartinê. Ji ber cara yekem Iraq derbasê sîstema dengdana elektronîk dibe li gelek deveran amûrên dengdanê xirabûn û bû sedem ku dengdan li van deveran raweste.

 

Heya niha ku nîvê rojê derbas bûye jî rêjeya dengdanê ya beşdarbûna hilbijartinê li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê derneketiye jor sedî 50.

 

Yek ji xala herî balkêş ya hilbijartinê jî ewe ku herêmên ku Êzidî lê dijîn û bi taybet jî li Şengalê tevî gelek astengiyan jî tevlîbûneke zêde ya gel ji hilbijartinan re heye. Ev jî dide nîşandan ku Êzidî piştî fermanê hêviya wan ewe ku bi awayeke bihêz li parlementoyê werin temsîl kirin.

 

Biryare proseya dengdanê heya saet 18.00’ê êvarê bi dawî bibe.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(bz)