YNK: Di hilbijartinên li Hewîce de  gelek binpêkirin çêbûne

27

 

 

 

KERKÛK / ROJNEWS

 Serokê lîsteya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Rêbwar Teha têkildarî rewşa dengdana li herêma parêzgeha Kerkûkê daxuyanî da.

 

Serokê lîsteya YNK'ê ya Kerkûkê Rêbwar Teha wiha got; "Li navçeya Hewîce ya Kerkûkê binpêkirinên mezin çêbûn, me li dijî wan binpêkirina li ser lîsteyên Erebî, li Komîsyona Hilbijartinê gilî tomar kir. Ji ber ku lîsteyên Ereb  ji ber binpêkirina gunehbarin."

 

'Dengdan bi sistî pêk tê'

 

Teha têkildarî rewşa dengdana li Kerkûkê jî wiha destnîşan kir; "Li navenda Kerkûkê, ti bûyerên ewlehiyê rû nedane. Lê amêrên dengdanê pirsgirêkên mezin ji bo welatiyan çêkir. Dengdan gelek bi sistî pêk tê."

 

Serokê lîsteya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Rêbwar Teha bang li welatiyên Kerkûkê kir ku biçin li ser sindoqan û dengê xwe bidin, ji bo Kurd li bajêr dengên baş bi dest bixin û got ku heya niha rêjeyek baş beşdarî hilbijartinê bûne.

 

(ab)