YNK: Em hemû bi hev re Kurdayetî û demokrasiyê bikin rêbazekî nû

33

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê Polîtboruya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyekî nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de wiha tê gotin; "Bi xweşî hilbijartin bêyî ti bûyerên nexweş bi dawî hat. Ev yek jî ji bo hemû aliyan û gelê me şanaziye. Bi vê boneyê YNK spasiya xelkê û hemû kanalên ragihadinê û aliyên siyazî dikin. Di heman demê de, daxwazê ji  endam û alîkarên YNK'ê û pêşmergeyan dikin ku tenê bi şahî û kêfxweşiyê encamên hilbijartinê pîroz bikin, ne bi gulebaranê û rewşên nayên xwestin. "

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha te destnîşan kirin; "Pêşbirka hilbijartinê bi dawî hat, encamên hilbijartinê jî tên zanîn, em hemû alî giyanê yekhelwestî, Kurdayetî û nirxên mafên demokrasî û destûrî bikîn rêbazekî nû ya biratî û siyaseta medenî. Weke YNK em soz didin ku alîkariya hemû aliyan bikin."

 

(ab)