Dibe ku îşev encamên hilbijartinê eşkere bibe

24

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî hinek ragihandinên Iraqê û Başûrê Kurdistanê dibêjin, dibe ku Komîsyona Hilbijartina parlementoya Iraqê, îşev saet 12.00’an şûn ve encam eşkere bike.

 

Li gorî hinek dezgehên ragihandinê jî dibêjin, wê tenê encamên hilbijartinê yên hinek parêzgehan eşkere bibe.

 

Tê îdîa kirin ku ji ber nerazîbûnên ji encamên hilbijartinê wê dengên parêzgeha Kerkûkê ji nûve werin hejmartin.  Her wiha dibe li hinek navendên hilbijartinê yên Bexdayê jî dengdan bi şêweya manûel ango bi ûsûla berê were dûbare kirin.

 

(bz)