DILŞAD XOŞNAW/ SILÊMANÎ

 

Di dîrokê de her welatek ji bo rêvebirina welatê xwe bi dengên gel hilbijartinê dike. Hinek welat hene sîstema serokatiyê, hinek jî sîstema parlamenteriyê bi kartînin. Welatê Iraqê yek ji wan welataye ku sîstema parlamenteriyê bi kartîne. Ji destpêka damezrandina Iraqê heya vê hilbijartinê cara yekeme ku, gel ewqasî kêm diçe ser sindoqan. 

 

Ji destpêka damezrandina Iraqê de, hilbijartin destpê kirin. Hilbijartina yekem ya Iraqê di sala 1924’an de bû. Lê ji ber rewşa aloz ya Iraqê, gelek caran hilbijartinên pêşwext pêkhatin.

 

Ji destpêka damezrandina Iraqê  sala 1924 heya 1939’an 10 hilbijartin pêkhatin. Di nava 15 salan de 10 car hilbijartin pêkhatin. Pêwîste di van salane de tenê 3’ê hilbijartin pêk bihata. Di sala 1937’an de du car hilbijartin pêkhat. Piştî wê di salên 1943’ê heya 1958’an 7 car hilbijartin pêkhat. Tenê di sala 1954’an de du car hilbijartin pêkhatin.

 

Piştî wê 22 salan tu hilbijartinek nehat kirin. Yanî ji sala 1958 heya sala 1980’an tu hilbijartin li Iraq pêknehat.

 

Di sala 1980 heya 1989’an sê hilbijartin hatin kirin. Dihat payîn ku her çar sal carek hilbijartin pêk bê. Tenê hilbijartina sala 1989’an hat sekinandin. Piştî wê bu 5 sal. Piştî wê ji sala 1989 heya 1996 ku dike 7 sal, tu hilbijartinek li Iraq birêve neçû.

 

24’ê Adara 1996’an hilbijartin pêkhat. Divê hilbijartinê de ji bilî Herêma Kurdistanê, li seranserê Iraqê 689 namzet ji bo 250 kursiyan di nava pêşbirkê de bûn. Ji ber ku Herêma Kurdistanê di bin destê rejîma Baasê de bû, rejîmê li Herêma Kurdistanê 30 kursî ji bo xwe diyarkir. Li gorî agahiyan rêjeya tevlîbûna hilbijartinên wê demê ji sedê 66 bû.

 

Piştî sala 2003’an rejîma Baasê hilweşiya, di sala 2005’an de yekemîn hilbijartin piştî rûxîna rejîmê, di 30’ê Çileya 2005’an de pêkhat. Ev hilbijartin amadekariyek bû ji bo hilbijartinek din. Di dawiya heman salê de, ev hilbijartin bû sedemê nivîsa destûr û pêkhatina hikûmetek demî. Navê encûmena ku pêkhatî, Komeleya Niştîmanî bû.

 

Di hilbijartina destpêka sala 2005’an de, hêjmara niştecihên Iraqê 27 milyon kes bûn. Ji wana mafê dengdanê yê 14 milyon û 200 hezar kesan hebû.  Rêjeya tevlîbuna hilbijartina wê demê ji sedê 59 bû.

 

Piştî wê di 15’ê Kanûna heman salê, hilbijartinek din a Parlamentoya Iraqê û rapirsiya destûra Iraqê ku têde Iraq weke welatek federal dihat dîtin, pêkhat. Rêjeya tevlîbûna vê hilbijartinê ji sedê 63’ê bû.  Di vê hilbijartinê de jî rêjeya ji bo erêkirina destûra Iraqê, wek ji sedê 72 hat ragihandin.

 

Di sala 2010’an de carek din hilbijartina Parlamentoya Iraqê pêkhat. Di 7’ê Adara 2010’an de, 6 hezar û 281 kesan xwe weke namzet nîşandan. Ji vana 813 jin bûn. Ev namzet ji bo 325 kursiyên parlamentoyê ketin nava pêşbirkê. Rêjeya tevlîbûna vê hilbijartinê ji sedê 62.4 bû.

 

Piştî wê hilbijartina din, roja 30’ê Nîsana 2014’an de pêkhat. Di vê hilbijartinê de jî, 9 hezar û 39 kes ku li ser aliyên siyasî bûn, ji bo 328 kursiyan ketin nava pêşbirkê. Divê hilbijartinê de mafê 22 milyon kesan yê dengdanê hebû. Lê nêzîkî 12 milyon kes dengê xwe bi karanîn. Ev jî tê wateya rêjeya tevlîbûna vê hilbijartinê jî sedê 60 bû.

 

Hilbijartinên îsal yên dawî ku duh pêkhat, li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê mafê 24 milyon, 349 hezar û 357 kesan hebû ku dengê xwe bikarbînin. Bi giştî 6 hezar û 904 kesan navê xwe ji bo namzetiyê dan nîşandan. Ev namzet ji bo 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê ketin nava pêşbirkê.

 

Piştî ku duh hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû, komîsyona hilbijartina Iraqê diyarkir ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinê nêzîkî ji sedê 44’e. Li gorî vê rêjeyê di dîroka hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, cara yekeme ku rêjeyek ewqas kêm tevlî hilbijartinên Iraqê dibe.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here