NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hilbijartinên Iraqê duh bi dawî bûn. Bi dawî bûna hilbijartinê re gelek nûçe li ser encamên hilbijartinê derdikevin û ev jî dibe sedemê guman bikeve nava welatî û aliyên siyasî de. Li ser vê yekê îro waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir bangek lezgîn li komîsyona hilbijartinê ya Parlamentoya Iraqê kir.

 

Waliyê Silêmaniyê di bangawaziyê de balkêşa ser encamên hilbijatinê û got; “Wek rojên derbazbûyî çawa me hemû xemgînî û neraziyên xwe ji bo we serok û endamên komîsyona hilbijartinê ragihand û soza çareseriyê li gorî yasayan dabûn. Em îro jî daxwazê ji komîsyona hilbijartinê dikin daku bi lezgînî û yek alî vê mijarê rave bike û gumanên heyîn derbaz bike.”

 

Piştî encamên ne fermî yên duh, tenê YNK ji encamên hilbijartinên ne fermî razî bû. Lê Tevgera Goran, Komel, Yekgirtû, Nifşê Nû, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperwerî, nerazîbunên xwe li hember encamên ne fermî yên hilbijartinê dan nîşandan. Ji bilî YNK van partiyan diyarkir ku sixtekarî hatiye kirin û gelek dengên wan ji bo YNK’ê çûne. PDK’ê jî diyarkir ku ew ji encamên sînorên Silêmaniyê nerazîne û daxwaza ji nûve jimartina dengan kir.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here