NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de daxuyaniyek da. Ofîsê bang li komîsyona hilbijartinê kir da ku erkê xwe bi awayek lezgîn pêkbîne.

 

Daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Ebadî ve hatî  dayîn wihaye; “Divê ji demek ya din zûtir hêzên ewlekariyê, parastina Kerkûk û Herêma Kurdistanê bikin. Divê aramî li van derane çêbibe. Piştî hilbijartin bi dawî bûn, di navbera aliyan de gelek alozî rû dane. Ji bo ku pirsgirêk mezin nebin, divê bi awayek lezgîn Komîsyona Hilbijartinên erkê xwe pêkbîne.

 

Cihên ku lê alozî rûdayîn û sindoqên bûyîn cihê gumanê demek ji ya din zûtir bigre dest û encamên rast bixwe derbixe holê. Ji bo encamên rast yên hilbijartinê divê komîsyon erkê dikeve ser pêkbîne û encamên hilbijartinê bi raya giştî re parve bike.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here