Gelek nexweşî bi rêya spora Yoga çareser dibin

28

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Yogo bi zimanê Hindiye. Li Hindistanê ji bo terîfa fizikî û disiplîna zihnî tê bi karanîn. Yoga hinek provayên ruhî li xwe digre. Ji aliyê Hindiyan ve hatiye rêxistinkirin. Niha li seranserê cîhanê belav bûye. Doktor û zanistên doktorî jî ji bo çareseriya gelek nexweşiyan, ji bo nexweşan pêşniyara Yoga dikin. Yoga paqijkirina hizir, dil û laşê mirovan dike.

 

Mamostayê Yoga Mihemed Şêrzad (43) di derbarê giringiya Yogada ji RojNews re axivî. Şêrzat got; “Pêwîste her kes Yoga bike. Ji bo tenduristiyê gelek sûdmende. Pêwîstiya hemû cîhanê bi Yoga heye da ku xwe bi nasin. Yoga ji bo başkirina pirsgirêkên derûnî gelek feydeyê xwe heye. Herwiha mirov bi Yoga xwe dinase û pirsigirêkên jiyanê ji bîr dike.”

 

 

Şêrzad di dewama axaftina xwe de balkêşa li ser kesên nexweşiyên ‘Êşa pişt, Ênzilaq, pirsgirêkên acizî (hêrsbûn)’ yan jî kesên di aliyê derûnî de westiyane kir û diyarkir ku ev nexweşiyane dikarin bi rêya Yoga baş bibin. Herwiha mamosta Şêrzad got ku hemû kes beşdariya xwe ji bo Yoga dikin. Lê bi taybet jin zêdetir beşdariyê dikin. 

 

Şêrzad ji ber ku li Herêma Kurdistanê wek pêwîst girîngî bi Yoga nayê dayîn, xemginiya xwe anî ziman û got; “Kesên bi tendirust giringiya Yoga nizanin. Lê dema ku nexweş dikevin Yoga tê bîra wan. Ji bo wê divê her dem Yoga were kirin. Ji ber ku Yoga pêşiya serî hildana hemû nexweşiyan digre û çareseriya nexweşiyane. Kesê ku Yoga destpêkirî divê berdewam bike.” Gelek curên Yoga hene. Mirov dikare di mala xwe de jî werzîşa Yoga bike.

 

 

Sûdên herî girîng yên Yoga evin;

 

1-Nermbûna hestî

 

2-Bi hêzbûna masulkeyan

 

3-Zêde kirina çalakiya coşbûnê

 

4-Bi dawî bûna nefes tengbûnê

 

 

5-Parastina pirsgirêkên zêde yên laş

 

6-Parastina nexweşiya dil û demarên xwînê

 

 

 

(rn)