Gerîlayên HPG: Artêşa Tirk nikare li hember gerîla xwe bigire

29

 

 

 

MAHÎR YILMAZKAYA/ XAKÛRKÊ

 

Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) Ronî Xezal û Rêbaz Mahabad diyar kir ku artêşa Tirk di bin dorpêça wan de ye û çalakiyên wan bê navber berdewam dikin.

 

Gerîlayê HPG’ê Ronî Xezal got ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bin ketiye, ji bo vê jî ne tenê li Herêmên Parastina Medya, li herçar parçeyên Kurdistanê êrîşên xwe yên dagirkerî û qirkirinê dimeşîne.

 

Ronî Xezal got; “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Xakûrkê û Bradostê nîşana binketina dijmine. Ji ber ku dijmin demek dirêje li hemberî Tevgera Azadiya Kurd binketiye. Ji pîlanên xwe yên qirkirinê ti encam negirtin. Li Rojavayê Kurdistanê bi karanîna çeteyên DAIŞ’ê, El Nusra û OSO, xwestin Tevgera Azadiya Kurd tine bikin. Lê negihan armanca xwe. Li hemberî xwerêveberiya xweser şok jiyan. Ji ber vê çendê jî li hemberî herçar parçeyên Kurdistanê bi teknînek zêde û sedhezaran leşker û komên çete xistine dewreyê.

 

Me dest bi pêngava şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz kir

 

Di 27’ê Nîsanê de li hemberî hêzên dagirker ên dewleta Tirk ku xwestin li Girê Lêlîkanê bicih bibin û dagirkeriya xwe berfireh bikin, di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya ‘Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz’ de çalakiya herî berfireh me lidar xist. Di çalakiyê de 34 leşkerên Tirk hatin kuştin. Bi dehan jî birîndar bûn. 7 çeperên wan jî hatin rûxandin.”

 

‘Hesabên dagirkeran li Xakûrkê encam negirtin’

 

Yek ji gerîlayên HPG’ê ku di çalakiya Lêlîkanê de cih girt, Rêbaz Mahabad jî diyar kir  ku hesabên dewleta Tirk a dagirker li Xakûrkê encam negirtin û wiha pêde çû; “Em dibînin ku hêza wan ji bejahiyê ve li hemberî me şer bikin nîne. Ji ber ew cesareta wan a ji erdê ve şer bikin nîne, teknîkek zêde bikar tînin. Li rexmê liv û tevgera zêde ya balafirên keşfê, balafirên şer û êrîşên hewan û obusan, ti paşketinek di çalakiyên gerîla de çênebû. Ti hêzek a leşkerên Tirk ku bikarin li hemberî gerîla li ber xwe bidin nîne. Ji ber vê jî dijmin pir windahî dide. Leşkerên dijmin di revin û ew pey wan dikevin.”

 

‘Xakûrkê navenda şerê dijî xiyanet û teslîmbûnê ye’

 

Gerîlayê HPG’ê Mahabad diyar kir ku Xakûrkê ji bo gelê Kurd, têkoşîna Kurd û taybetî ji bo gerîla xwedî wateyek giringe, Xakûrkê di dîroka gerîla de xwedî wateyek mezine.

 

Mahabad axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Xakûrkê sembola şerê dijî xiyanet û teslîmyetê ye. Xakûrkê warê fermandarê pêşengê Şerê Şoreşgerî yê Gel Reşîd Sîdar, Bêrîtanan, Rûsteman, Rozînan, Alîşerên, Çîçek Kiçiyan ne. Xakûrkê ji bo gerîla xwedî wateya hebûn û nebûnê ye. Gerîla wê heya dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşe û pêngava Şoreşgerî ya ‘Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz’ bigehîne serkeftinê.”

 

(rn)