NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed li ser hesabê xwe yê tora civakî Facebookê têkildarî şikayetên der barê hilbijartinê hatin kirin de, wiha nivîsand; “Îro ji Bexda 3 lijne wê serdana sê parêzgehên Herêmê bikin. Ev jî bi armanca lêkolînkirina li ser şikayet û şêwazê pêkhatina hilbijartinên parlamentoya Iraqê ye.”

 

Şevê din piştî bidawîbûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê û derketina hinek encamên ne fermî, li Herêma Kurdistanê tenê YNK ji encama hilbijartinê razî ye. Partiyên weke Tevgera Goran, Komeleya Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Tevgera Nifşê Nû, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê diyar dikin ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin û dengên wan ji bo YNK’ê çûne.

 

PDK jî diyar dike ku ew ji encama li sînorê parêzgeha Silêmanî nerazîne û daxwaza cardin ji nûde hejmartina dengan bi dest dikin.

 

Hêjay gotinê ye ku Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê duh diyar kir piştî 48 saetan dawîbûna hilbijartinan ewê encamên fermî eşkere bikin.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here