Kesek di mala xwede daliqandî hate dîtin

24

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

Li gorî daxuyaniyeke Polîsên îdareya Raperîn (Ranya) îro, nîvro li ser agahiya birayê wî (R.H.E) ku gotiye derî serxwede girtiye û xwe di nava malê de daliqandiye çûne cihê bûyerê. Li cihê bûyerê parçeyek benê ku pê daliqandî hatiye girtin. Polîsan da zanînn ku cenazeyê welatiyê bi navê (S.H.E) yê temen (44) ji gundê Girdcan a ser bi bajaroka Çarqurne ya ser bi Raperîn anîne nexweşxaneya giştî ya Ranyayê.

 

Paşê ji bo rêkarên qanûnî rakirine Tiba Edlî. Piştî rêkarên qanûnî temam bû şûnde jî cenaze radestê malbata wî kirine.

 

Teekildarî bûyeree jî polîsan diyar kirin ku ti kes ne hatiye binçavkirin lê, lêpirsîn berdewam e.

 

Polîsan têkildarî sedema mirina welatî û her wiha hatiye kuştin anjî xwekuştiye de jî ti agahiyeke zelal parve nekir. Tenê hate gotin ku şûna ben di destê wî de hebûye.

 

Li gorî rêjeyeke ku RojNews li gel xwe berhev kiriye ji destpêka sala 2018’an heya niha 136 kes hatine kuştin yanjî xwekuştin e.

 

 (bz)