SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Hizba Komunîsta Kurdistanê îro li navenda xwe ya bajarê Silêmanî têkildarî encamên nefermî yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê daxuyaniyek çapemeniyê da.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de sekreterê komîteya Hizba Komunîst ê Silêmaniyê Osman Zîndanî daxuyaniya hizba xwe xwend û wiha hate gotin; “Hemû aliyek dizane kku encamên elektronî li navendên dengdanê di aliyek şaş de çûne. Li sînorê tevahî parêzgehên Silêmanî, Helebce, Herêma Germiyan û Raperîn sextekarî hatiye kirin. Bi deng û îradeya gel yarî hatiye kirin. Ti hesabek ji bo îradeya gel nehatiye kirin.”

 

Di daxuyaniya Hizba Komunîst de daxwaz hate kirin ku deng car din bi dest bên hejmartin û nûnerên lîsteyan jî amade bin.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here