Li Xaneqîn teqîn-Hate Nûkirin

38

 

 

EMÎR XANEQÎNÎ/ XANEQÎN

 

Îro saet 05:00’ê serê sibehê li nêzî tûya 8 a polîsên sinor ku dikeve nêzê kolêja ziman û zanîsta mirovan a li navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala, mayînek pêştir hatî danîn teqiya.

 

Li gor agahiyên serçaveyek polîsê Xaneqîn daye RojNews, di encama teqînê de polîsê bi navê Herbî Ebdulcebar jiyana xwe ji dest daye.

 

Pêş çend rojan jî li heman cihî teqîn çêbibû û ev teqîna duyemîne li heman cihî çêdibe.

 

Herbî Ebdulcebar

 

(rn)