HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre îro li avahiya polîtburoya YNK’ê ya li Hewlêr têkildarî encamên ne fermî yên hilbijartina parlamentoya Iraqê û tewanbariyên li ser YNK’ê tên kirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Pîre diyar kir ku YNK’ê di hilbijartinê de ti sextekariyek nekiriye û îdiayên wiha yên tên kirin nerastin, wiha domand; “Ev sîstema ne lapereyê Facebookê ye, ku bikare bê hak kirin. Sîstemek giştî ye. Ger bê hak kirin, wê sîstem li gelemperiya Iraqê bê hak kirin. Ne ku tenê li bajarek an du bajaran.”

 

Pîre wiha jî got; “Ev îdia û tewanbarî tenê ji bo reşkirina YNK’ê ne, em qebûl jî nakin. Em dibêjin divê lêkolîn li ser tevahiya proseyê bê kirin. Ji bo hemû alî li ser hilbijartinê rehet bin.”

 

Piştî encamên ne fermî yên duh, tenê YNK ji encamên hilbijartinên ne fermî razî bû. Lê Tevgera Goran, Komel, Yekgirtû, Nifşê Nû, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperwerî, nerazîbunên xwe li hember encamên ne fermî yên hilbijartinê dan nîşandan. Ji bilî YNK van partiyan diyarkir ku sixtekarî hatiye kirin û gelek dengên wan ji bo YNK’ê çûne. PDK’ê jî diyarkir ku ew ji encamên sînorên Silêmaniyê nerazîne û daxwaza ji nûve jimartina dengan kir.

 

Îro jî Hizba Komunîsta Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li sînorê tevahî parêzgehên Silêmanî, Helebce, Herêma Germiyan û Raperîn sextekarî hatiye kirin û daxwaza hejmartina dengan a bi dest kir.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here