Rêjeya tevlîbûna hilbijartinên Iraqê

36

 

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê derbarê mijarê de civînek çapemeniyê lidar xist.

 

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Riyaz Bedran di civînê têkildarî mijarê agahî dan û got ku li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê rêjeya tevlîbûn hilbijartinan ji serî 44.52 ye.

 

 

Riyaz Bedran bibîr xist ku hejmara hilbijêran bi giştî 24  milyon e, lê ji vana zêdetirî 10 milyon kesan deng bikar anîne.

 

 

Bedran anî ziman ku ji 10 milyon kesên ku dengên xwe bikan anîne, zêdetirî 9 milyon kesan di dengdanên giştî de, 709 hezar kesan jî di dengdanên taybet de û 179 hezar kesan jî di dengdanên derveyî welat de deng bikar anîne.

 

 

Bedran da zanîn ku hejmarên hatine ragihandin ne hejmarên dawîn e, li hinek navendên dengdanê heta niha encam negihiştine destê komîsyonê.

 

 

Bedran têkildarî îdîayên ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin jî got ku ev ev îdîa ne rast in.