ROJNEWS / KELAR

 

Îro êvarê li ber navenda Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya li navenda Germiyan Kelarê endamên Yekgirtûya Îslamî li dijî encamên ne fermî yên hilbijartinê çalakiyeke nerazîbûnê li darxistin.

 

Tevî ku hê encamên fermî ji aliyê komîsyona serbixwe ya hilbijartinê ve ne hatiye eşkere kirin jî endamên Yekgirtûya Îslamî bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamên hilbijartinê red kirin. Berpirsê Navenda Yekgirtûya Îslamî li Kelarê Burhan Muzafer di vê derbarê de daxuyaniyeke çapemeniyê da û ragihand ku ew encamên hilbijartinê red dikin û ev hilbijartin dengê gel îfade nake.

 

 

Muzafer her wiha da zanîn ku ev derbeke li demokrasiyê ye û got ku ev hilbijartin ji bo dizîna îradeya gel hatiye kirin.

 

Yekgirtû bang li Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Cîhanî û Rêxistinên Medenî yên Navnetewî kir ku li dijî van encamên hilbijartinê derkevin û hewl bidin ku ev hilbijartin dûbare werin lidarxistin.

 

 

Hilbijartinên parlementoya Iraqê duh li seranserê Iraqê hate kirin. Ji 24 milyon hilbijêrên Iraqê tenê 10 milyon çûbûn ser sindoqê. Ragihandinên her partî yanjî lîsteyeke li Iraqê encamên ne fermî yên bihevre gelek nakok radigihînin. Li ser vê yekê 6 partiyên Başûrê Kurdistanê û lîsteya Tevgera Sedir ku Mukteda Sedr lîdertiya wî dike li dijî van encamên ne fermî derdikevin û daxwaza dûbarekirina proseya dengdanê dikin û dibêjin divê hilbijartin ne bi sîstema elektronîk bi sîstema manuel were kirin. Ofîsa Ebadî û hinek ragihandinên cîhanî jî dibêjin ku serkeftiyê hilbijartinê lîsteya Nesir a Ebadî ye.

 

Têgotin ku Ereb û Tirkmenên li Kerkûkê jî ji encamên ne fermî yên hilbijartinê nerazîne û wer difikirin ku bi amûrên elektronîk yên dengdanê hatiye lîstin.

 

Bi taybet li Başûrê Kurdistanê li giştiyê Iraqê amûrên dengdanê erze derxistin û li gelek cihan kar nekirin. Li hinek cihan jî li gorî dihate îdîa kirin ji ber zexta zêde xirabûye.

 

Biryare Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê sibe encamên hilbijartinê bi awayeke fermî ragihîne.  

 

(bz)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here