HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Îro li baregeha Yekgirtûya Îslamî ya bajarê Hewlêr Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperwerî, Hizba Komunîst û Tevgera Îslamî têkildarî encamên hilbijartinê kom bûn. Civîn saet 17:00’ê bi dawî bû.

 

Piştî bi dawîbûna civînê Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahaddîn Behadîn li baregeha hizba xwe ya bajarê Hewlêr têkildarî naveroka civîna 6 aliyan daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Selahaddîn Behadîn di daxuyaniyê çapemeniyê de peyama herşeş aliyan xwend ku têde hate gotin; “Mixabin proseya hilbijartinê bi destwerdane û sextekariyên pêştir hatine amadekirin, têde hatine kirin.”

 

Her wiha di civînê de ku 6 xal hatine destnîşankirin, wiha ne:

 

-Ji ber zeft kirina îradeya gelê Kurdistanê û dizîna dengan, encamên hatine eşkerekirin û giştî red dikin.

 

-Daxwaza dûbarekirina hilbijartinê dikin. Li Herêma Kurdistan, Kerkûk û tevahî herêmên bi nakok di demek herî zû de û di bin çavdêriya navnetewî de.

 

-Armanca rasteqîn a aliyên tevlî civînê bûne, parastin dengên gelê me ji bo cihên raste.

 

-Ji bo armanca li serê hatiye diyarkirin, emê serî li hemû rêyên siyasî, yasayî medenî yên dûrê tundutûjiyê bidin.

 

-Di nava van herşeş aliyan de wê ji bo lêkolînkirina dengên hatine dizîn bên eşkerekirin lijneyekê çêkin. Em amadene ku parastina mafê dengdanê yê gelê xwe bikin û derî ji bo hemû aliyên din ên siyasî vekiriye.

 

-Em ji Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê daxwaz dikin, demek pêş a din guhdarî daxwazên me bike.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here