Di êrîşên Îsraîlê de 37 Filistînî hatin kuştin-Nû Bû

26

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di 6’ê Kanûna sala 2017’an de gotibû ku dê Sefaretxaneya xwe ya li paytexta Îsraîl Tel Avîvê bibin Kudusê. Bi vî rengî DYA Kudusê wekî paytexta Îsraîlê dibîne.

 

Piştî biryarê ji gelê Filistîn û gelek welatên cîhanê nerazîbûn hatibû, lê biryar nehatibû guhertin. Li gorî biryarê seferatxane wê îro ku di heman demê de roja damezirandina dewleta Îsraîlê ye, veguhezin Kudusê.

 

Hat gotin ku ji bo merasîma veguhestina sefaretxaneyê 32 welatan nûner şandine.

 

Li aliyê din ji ber merasîmê Îsraîlê deriyê sînorê Xazeyê girt û destura derbasbûna welatiyan neda.

 

Gelê Filîstînê jî li hemberî veguhestina sefaretxaneyê li ser sînor çalakî lidar xistin. Lê belê polîs û leşkerên Îsraîlê bi guleyên rast êrîş kirin û gelek kes qetil kirin.

 

Li gorî zanyariyan heta niha 37 Filîstînî hatine kuştin û hezar û 600 kes jî birîndar kirine. Çalakiya gel û êrîşên hêzên Îsraîlê didome.

 

(bz)