NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Metro ji bo parastina mafê rojnamegeran îro rapora xwe ya ser zextên di dema qonaxa destpêk û giştî yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê dijî rojnamegeran hatine kirin, eşkere kir.

 

Navenda Metro di rapora xwe de wiha ragihand; “Di qonaxa destpêk û giştî yên hilbijartina parlamentoya Iraqê de li Navenda Metro 21 serlêdanên şiyaketê çêbûne. Li hemberî 31 rojnamegerî 45 bûyerên zextê çêbûne.

 

Her wiha li hemberî qenalên NRT, Kurdistan TV, Xendan, ajansa RojNews, Televîzyona Silêmanî, Kurdistan 24 û Malpera Sibe binpêkirinên mafan çêbûne.

 

Di dema dengdanê de li hinek navenda rê nehatiye dayîn rojnameger dengdanê bi şopînin. Lê ev navend ji aliyê komisyona bilind a hilbijartinê ve ji bo ragihandin bişopîne hatibûn diyarkirin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here