SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

 

Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed îro, têkildarî hatina meha remezanê û îhtîmalên bihakirina tiştan, her wiha karkirina cihên xwarin û vexwarinê daxuyaniyeke çapemeniyê lidarxist.  

 

Tevî ku gelek baweriyên cûda yên ne Îslamî jî li Silêmaniyê heye Awat Mihemed ji tevahî welatiyan xwest ku li gorî rêzikên Wezareta Ewqaf (ol-bawerî) tevbigerin û ragihand ku ew ê rê li ber hemû cihên xwarin û vexwarinê yên di meha remezanê de vekirîne bigirin û got ew bi şertek destûrê didin ku bi awayeke veşartî kar bikin. Awat di heman demê de got ku ew bi şertekî destûrê didin hinek xwaringehan hem veşartî kar bikin hem jÎ roja cejnê de vekirîbin.

 

Qeymeqamê Silêmanî Awat Mihemed ji bo pirsgirêkên ceyranê ku di meha remezanê de rû dide û daxuyakirin ku ew ê hevsengiyek di navbera ceyrana giştî û ya jeneratorê de çêbikin.

 

Awat Mihemed da zanîn ku wê di meha remezanê de ti pirsgirêkeke avê jî rû nede.

 

Qeymeqam Awat eşkere kir ku wan komîsyoneke girêdayî qeymeqamtiyê avakirine ku di meha remezanê de di nava bazar de li ser esnafan bigere û got ku eger ev komîsyon li rastê bihakirina tiştan werin dê li gorî qanûnan ceza li wan esnafan bibirin.

 

Herwiha berpirsyarê beşa xizmetan yê şaredariyê Rizgar Ehmed jî, li ser pirsek ya RojNews a li ser parastina jîngeyê a di meha remezanê de got; “Me hemû amadekariyên xwe yên ji bo meha pîroz a remezanê kiriye. Wê jîngehparêz (erkdarên şaredarî) ji serê sibê heya saet 10:00’an jîngeha Silêmaniyê paqij bikin. Em daxwazê ji welatiyan jî dikin da ku erkê xwe yê exlaqî pêkbînin û jîngeyê bi parêzin.”

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here