BEXDA/ROJNEWS

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê derbarê mijarê de li Bexda civînek çapemeniyê lidar xist.

 

 

Di civînê de hat diyarkirin ku wê encamên hilbijartinên 10 parêzgehan bên eşkerekirin, lê ev encamên dawî nîn in û piştî ku hemû karûxebat bidawî bûn, dê encamên fermî bên eşkerekirin.  

 

 

Piştre jî encamên 10 parêzgehan (Bexda, Enbar, Diyala, Ziqa, Kerbela jî di nav de) hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê; lîsteyên Hevpeymaniya Saîrûn, Hevpeymaniya Fetih, Dewleta Qanûnê, Hevpeymaniya Nesir, Hevpeymaniya Qerar a Iraq dengên herî zêde girtin.  

 

 

Endamên komîsyonê diyar kirin ku li Herêma Kurdistanê jî hejmartinên dengan a li parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê bidawî bûye. Li Kerkukê hejmartin berdewam dike.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here