‘Hinek sindoqên parêzgeha Hewlêrê ne gihîştine Bexda yê’

31

 

 

 

HEWLÊR / ROJNEWS

 

 

Roja 12’ê Gulanê dengdanên giştî yên Parlamentoya Iraqê pêk hatin. Rêjeya beşdarbûna hilbijartinan %44.5 bû. Di dîroka Iraqê de cara yekeme ku rêjeyek ewqas kêm tevlî hilbijartinan dibe. Bê guman bi bi dawîbûna hilbijartinê re nerazîbunên aliyên siyasî jî derketin holê. Bi taybet aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji encamên ne fermî yên hilbijartinê nerazîne.

 

Li ser vê mijarê berpirsyarê Ofîsa Hewlêr ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê Elî Qadir ji ajansa me re axivî. Qadir anî ziman ku ji ber hinek pirsgirêkên teknîkî hê jî hinek sindoqên dengdan yên parêzgeha Hewlêrê ne gihiştina navenda komkirina dengan ya Bexdayê.

 

Qadir rexneyên gelek partiyên siyasî yên derbarê encamên ne fermî yên hilbijartinê de jî ragihand û got ku gelek rexne gihîştine berdestê wan û diyar kir ku ew ê di dema pêş de li ser van rexneyan kar bikin.

 

Tevî ku gelek rexne li ser şêwazê pêkhatina proseya dengdanê heye û hê jî gelek sindoq negihîştine navenda hejmartina dengan, her wiha gelek partî dibêjin, dek û dolab hatine gerandin jî Qadir, şêwazê pêkhatina proseya dengdanê serkeftî dinirxîne.

 

(bz)