NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li Iraqê  12’ê Gulanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêkhatin. Hêjî encamên giştî yên hilbijartina parlementoya Iraqê bi awayeke giştî û fermî ne hatine eşkere kirin. Biryare îro ji aliyê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê ve were eşkere kirin. Ji bo ewlekariya welatiyan polîsên Silêmanî û Germiyanê hinek hişyariyên girîng kirin.

 

Polîsên Silêmanî û Germiyanê di şahiyên pêşwazîkirina encamên hilbijartinê de qedexeya teqandina guleyan ragihandin.

 

Di daxuyaniyê de wiha têgotin, “Dema ku encamên hilbijartinan diyar bûn, wê gelek alî pîrozbahî li darbixin. Divê di pîrozbahiyê de alozî çênebin û aramiyê biparêzin. Her wiha divê gule neyên berdan. Her kî gule berde ew ê werin binçavkirin û çeka wan ji wan were sitandin. Yên ku bikevin nava şaşitiyên wisa jî wê di çarçoveya qanûnan de nêzîkatiyek were raberkirin.”

 

Piştî hilbijartinên 12’ê Gulanê li ser hinek encamên ne fermî yên partiyan li bajarê Silêmaniyê hinek kes guleyên rast di şahiyê de teqandibûn û di encamê de gelek kes birîndar bûbûn.

 

Ji lewma hêzên ewlekariyê ji welatiyan û ji alîgirên partiyan daxwaz dike ku aramiya welatiyan têk nedin û gule bernedin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here