‘Li Hewlêrê wesayîteke tijî sindoq hate revandin’

36

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

 

12’ê Gulanê hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê bi dawî bû û hinek encamên ne fermî jî belav bûn. Ji derveyî PDK û YNK hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji encaman nerazîne û dibêjin ku mûdexeleya hilbijartinê hatiye kirin. Lê hê jî encamên fermî ne hatine eşkere kirin.

 

Li ser vê yekê berpirsyarê şaxa Hewlêr yê Tevgera Goran Hêmin Mihemed ji RojNews re axivî.

 

Mihemed daxuya kirin ku şevê din wesayîteke barhilgir ya tijî sindoqên dengdanê li Hewlêrê hatiye revandin û ji komîsyona hilbijartinê jî daxwaz kir ku divê derbarê de agahî bide.

 

Herwiha berpirsyarê ofîsa Hewlêr ya komîsyona hilbijartinên parlamentoya Iraqê Elî Qadir jî ji RojNews re axivî bû û vê yekê red kiribû.

 

Komîsyonê wiha gotibû, “Ev agahî ne rastin. Em niha bi karên xwe yên li navendan re mijûlin. Navendên dengdanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên parastin. Tu kes û aliyek siyasî nikarin nêzîkî navendan bibe. Ji ber wê nûçeyên revandina sindoqan ne raste û herkesê ku behsa vê yekê bike, armanca wî çêkirina aloziyê ye.”

 

Elî Qadir jî gotibû ku hê hinek sindoqên dengdanê yên Hewlêrê ne gihiştine Bexdayê.

 

Li gorî daxuyaniya Komîsyonê divê îro di saet 18.00’an de encamên fermî yên hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê eşkere bibin.

 

(bz)