NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Tevgera Nifşê Nû derbarê encamên ne fermî yên hilbijartinên parlementoya Iraqê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de têgotin ku ew weke Tevgera Nifşê Nû encaman red dikin û hate gotin ku ya hatiye kirin sextekariyeke mezin e.

 

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha têgotin, “Encamên ku Komîsyona Hilbijartinê belav dike ti peywendiyeke xwe bi hejmara rasteqîne ya dengan re nîne û mûdexele çêbûye.”

 

Tevgera Nifşê Nû ji PDK û YNK’ê di ber vêya de berpirsyar digire û wiha pêde diçe, “PDK û YNK divê vêya bizanin ku wan Herêma Kurdistanê derbasê qonaxeke nû kirine û ew di ber her bûyereke pêk were de berpirsyar in.”

 

Tevgera Nifşê Nû ji hemû lîste û partiyên ku ji encaman nerazîne jî xwest ku helwesteke cidî raber bikin û tenê bi daxuyaniyan re sînordar nemînin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here