‘PDK’ê bi sextekarî li Mûsil 4 kursî girtine’

45

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Berpirsê malbenda YNK’ê yê Mûsilê Nesrullah Surçî îro avahiya Polîtburoya YNK’ê ya bajarê Silêmaniyê têkildarî hilbijartinan daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Nesrullah Surçî di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got; “Lîsteya YNK’ê li Başîka, her wiha ji nav Kakeyî û Şebekan herî zêde deng aniye. Ji ber vê jî PDK’ê êrîşê endam û aligirên me kiriye. Ji ber ev herêmane di bin destpê PDK’ê de ne.

 

PDK’ê li Mûsilê bi sextekarî û rêgirtinê 4 kursî anîne. Ew encamên ku li ser çapemeniya PDK’ê yên dibêjin ‘PDK 8 kursî bi dest xistine’ dûrî rastiyê ne.”

 

Surçî wiha jî got; “Ji ber ew sextekariyên di dema hilbijartinê li Dihok hatin kirin de, YNK’ê 38 şikayet kirine.  Li Mûsilê 8 caran me şikayet kiriye. Ji ber binpêkirinên zêde hatine kirin. Me ev hemû di belgeyên şikayetê de diyar kirine. Her biryara ku komisyon li ser van serlêdanên şikayetên hatine kirin bide, emê girêdayî bimînin.”

 

(rn)