Sedî Pîre: Ji hejmartina dengan bêminetîn

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro êvarê polîtburoya YNK’ê bi serokatiya Cigirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî der barê proseya hilbijartin û encamên derketin de civiya.

 

Piştî civînê berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Piştî ragihandina encamên ne fermî, li Silêmanî û Kerkûkê dijî YNK’ê êrîşên ne rewa çêbûne.

 

Li Hewlêr, Dihok û Mûsilê sextekariyên bi plankirî hatine kirin. Li kampan asayişê destkariya kartên dengdanê kiriye.”

 

Pîre wiha jî got; “Li Hewlêr, Dihok û Mûsilê me serlêdanên şikayetê kirine. Weke YNK em girêdayî biryara komisyonê ne. Ji hejmartina dengan jî bêminetin. Belê bi mercê ku li gelemperiya Iraqê be.”

 

(rn)