Welatî li ser hilbijartinê xwedî fikrên cûda ne

42

 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Di 12’ê Gulanê de hilbijartinên giştî yên parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistan û Iraqê pêk hatin. Welatiyên Herêma Kurdistanê der barê hilbijartinê de ku ji RojNews re axivîn, xwedî fikrên cûda ne.

 

Welatiyê bi navê Hejar Koyî diyar kir ku parlamên parlamentoyekê ger di çar salan de nekaribin bermîlek gazê bidin, niha bi çûna Parlamentoya Iraqê wê çi bikin? Her neçin baştire.

 

 

Hejar Koyî wiha jî got; “Belê li gel vê jî divê bi yekgirtî biçin Bexda, ne parçe parçe. Gel neraziye û daxwaza mafê xwe dikin. Neçûna wan a ser sindoqan jî mafê wane. Her çend min deng dabe jî, hêvî diki mafê me biparêzin û bibine parêzvanên me.”

 

Her wiha jina bi navê Şirîn Omer jî li ser hilbijartinê wiha peyîvî; “Min bi dengdanê wijdana xwe asûde kir. Ji bo nûnerên me biçine parlamentoyê, di guftûgoyên li gel Iraqê de bikarin rêyek çareseriyê peyda bikin û dawî li aloziyan bînin.”

 

 

Her wiha kasibkarê ji bajarê Silêmaniyê Sedîq Mihemed jî diyar kir ku boykotkirina hilbijartina rêya herî baş bû û wiha domand; “Komisyonê bi destwerdana dewletên din deng guhertine û encam eşkere kirine. Ew jî di çarçoveya berjewendiyan de bû ye.”

 

 

Sedîq Mihemed daxuyakirin ku Iraq û Herêma Kurdistanê timî qada pêşbazî û berjewendiyên dewletên cîran bû ye û got; “Hatina ser desthilatê ya hêzekî nû ne di berjewendiyê wan de ye. Xeta faşîzma netewî û xeta faşîzma olî di desthilata Iraqê de wiha kiriye ku Herêma Kurdistanê bibe beşek ji vê desthilatê. Bi vî şêwey bi hezaran dengê gel dizîne. Ev jî, ji ber nebûna sîstemek demokratîk e. Ji ber wê min deng neda.”

 

(rn)