YNK: Her biryareke komîsyon bide me qebûl e

30

 

ROJNEWS / KERKÛK

 

 

Di seat 12:00’an de serokê listeya YNK (Yekitiya Nîstimanî Kurdistan) a Kerkûkê Rêbwar Taha di derbarê encam û derencamê hilbijartinên seranserê Iraqê de civînek ya çapemeniyê lidar xist .

 

Rêbwar Taha di kongireya çapemeniyê de wiha got: “Sîstema hilbijartinê bi rêya amêrên elektronîk ku ji aliyê çavdêr û komosyonê ve dihat kontrolkirin hat kirin. Lê pêşiya ku wextê hilbijartinê xilas bibe, hinek kes û partî ketin di nav tevilhevî û hewla valederxistina proseyê dedin. Di xazin bi rêya propagandayê ji yasayê dûr vê proseyê li Kerkûk ji bidin çêkirin.

 

Wêneyê ku ji aliyê welatiyan ve hatî kêşan weke belgeyek listeyên Ereban bi wesayîtên leşkerî sandiqên dengan direvînin.”

 

Rêbwar Taha wiha ji got: “Em weke YNK ji hemû kes û aliyar re radigihînin. Ew kesên ku  dixwezin proseya hilbijartinê vala derbixin, ew kesin ku dixwazin aramiya di nav welatiyê Kerkûkê de xirab bikin e.’’

 

 

Di civîna çapemeniyê de endanê parlemena Iraqê Şiwan Dawid ji wih diyar kir: “Eger şikayetek ya Ereb û Tirkmenên li Kerkûkê hebe ku sextekarî di hilbijartinê de hatiye kirin, bila bicin li dadgeha Iraqê û komisyonê şikayeta bikin. Em weke YNK’ê girêdayî biryara komisyonê ya li ser hilbijartinê giştî Iraqê ne.”

 

(rn)