NAVENA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeyeke Navenda Demokrasî û Mafê Mirovana ya Rojhilatê Kurdistanê duh û pêr di encama du teqînên cûda yên mayînan de du kolberên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûne.

 

Bûyer li ser sînorê bajarê Bane ya ser bi Sine û Pîraşar ser bi Urmiyê pêk hatiye.

 

Şeva yekşemê li gundê Kul Away Pîranşarê kolberê bi navê Rehman Resûlî di encama teqîna mayî de birîndar bû û paşê rakirin nexweşxaneya Urmiyê.

 

Şevê din jî li gundê Biyandere ya ser bi Bane ku dikeve parêzgeha Sine Yadgar (30) di encama teqîna mayînê de lingê xwe ji dest da.

 

Her wiah şeva Yekşemê li gundê Kul Away yê Piranşarê kulberê bi navê Rehman Resulî  bi teqina mayinê re binîndar bu û piştre rakirin nexweşxaneya Urmiye.

 

Hêjayî gotinêye ku herêmên sînor ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatine mayînkirin. Kolber ji ber hejariyê û nebûna kar bi neçarî dikevin ser rêyan û di encamê de jî gelek caran yan dimirin, yan birîndar dibin .

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here