Çar parçeyên Kurdistanê li Hewarî Şar kom bûne

38

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Parka Hewarî Şar li bajarê Silêmaniyê ye. Parka duyemîn a Rojhilata Navîne. Piştî 14 salan xebata li ser hate kirin, di 22’ê Gulana 2016’ê de hate vekirin.

 

Hemû cihên Parka Hewarî Şar serincrakêşin. Cihê zarok, ciwan, kal û hemû kesê ku bikare demek xwe têde derbas bike ye.

 

 

Di parkê de şanoya Roma heye. Di serdema Împaratoryeta Roma de Şanoya Kolosyom a Roma hatiye çêkirin û cihê cezakirina girtiyane. Cihê 5 hezar kesî têde heye. Di şanoyê de sîstema deng ku di dema şanoyê de dikare bigehe hemû kesê ye. Kesên diçin şanoyê bê cûdahî dikarin runin û hemû deng dibîhizin.

 

 

Şanoya Roma bûye cihê taybet ê wênegiran. Wênegir di vir de wêneyên geştiyar û kesên ji bo şaniya zewacê diçinê vir digirin. Her wiha kesên mezûniyeta xwe dikin, li vir dibin cihê balkişandina wêneyan jî.

 

Park beş beşe û li her parçeyekî navê bajarên parçeyekî Kurdistanê lêhatine kirine. Ji wane navê Sine, Çarçira, Kerkûk, Efrîn, Hemrîn, Wan û bi dehan navên din.

 

 

Her wiha Parka Hewarî Şar dikeve bakûrê rojavayê bajarê Silêmaniyê û berfirehiya wê 400 hezar donim erde. Zêdetirê 2 hezar cûrên dar û şitilên têde hatine çandin. Rêjeya keskahiya Silêmaniyê kiriye ji sedê 12. Tê payîn ku dema pêş di parkê de otêla pênç stêr, mêvanxane, sînema û restûrant jî bên vekirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)