NAVENDA NÛÇEYAN

 

Yek ji neteweyên ku herî zêde ziyan ji şerê cîhanê yê yekemîn dîtiye Kurd in. Piştî şer Kurdistan kirin çar perçe û polîtîkayên înkar û tunekirina nasname, çand û zimanê kurdan bi dijwarî hatin meşandin. Li hemberî êrîşan kurdan jî li aliyekê serî hilda, li aliyekê ji bo çand û zimanê xwe têkoşîn meşand.

 

Di salên 1930’an de rewşenbîr, nivîskar û wêjenasên ku sirgunî Suriye û Rojavayê Kurdistanê hatibûn kirin, li hemberî pêkutiyan xebatên ziman û çapemeniyê dan destpêkirin. Yek ji van xebatên herî girîng jî di 15’ê Gulana 1932’yan de pêk hat.

 

Zimanzan Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe li paytexta Suriye Şamê Kovara Hawar derxist. Ev kovar di dîroka kurdan û çapemeniya wan de bû duryanek. Ji ber ku cara yekem bi zimanê Kurdî dihat weşandin. Her wiha cara yekem alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî hat bikaranîn.

 

 

Di kovara ku mijarên wêje, huner, felfese, lêkolîn û dîrok  dikirin rojeva xwe de, nivîsên rewşenbîr û siyasetmedarên wekî Osman Sebrî, Celadet Bedirxan,  Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa Botî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Nêrwan, Reşîd Kurd, Goram, Tewfîq Wehbî, Evdilxaliq Esîrî, şakir Fetah, Hevîndê Sorî, Pîrot û Lawekî Kurd hatine weşandin.

 

 

Kovar heta sala 1943’yan weşana xwe domandiye û bi giştî 57 hejmar derket.

 

Dengvedana Hawarê

 

Kovara Hawar ku li gorî şert û mercên wê demê, deng û hawara kurdan radigihand, ji ziman û çapemeniya kurdî jî bû duryanek. Bi weşana Hawarê re êdî rojname, pirtûk, kovar û belgeyên bi zimanê Kurdî hatin weşandin û zêde bûn. Alfebeya Kurdî ya latînî ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatibû amadekirin, wekî alfabeya kurdî li piraniya Kurdistanê hat qebûlkirin. Îro bi tevahiya weşan û nivîsên bi Kurdiya latînî tên nivîsandin, li gorî vê alfabeyê tên nivîsandin. Her wiha perwerdeya bi Kurdiya latînî jî vê alfabeyê esas digire.

 

Cejna ziman

 

Ji ber vê bandora Hawarê, roja 15’ê Gulanê wekî roja zimanê Kurdî tê qebûlkirin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006’an 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî îlan kir. Ji wê salê û vir ve ev roj wekî cejnê tê pîrozkirin.

 

 

Perwerde

 

Piştî 86 salan li tevahiya Kurdistanê, lê bi taybetî jî li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê pêkutiyên li ser ziman û çanda kurdî didome. Li Bakûrê Kurdistanê ji salên 2000’î ve li bajarên wekî Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Edene, Mêrsin, Stenbol û gelek cihên din qurs û dibistanên bi zimanê kurdî hatin vekirin. Her wiha şaredariyên ku ji hilbijartinên 1999’an ve ketin destê Kurdan, dest bi xizmeta du zimanan (Tirkî-Kurdî) kirin. Dîsa gelek navendên çandê hatin vekirin û xebatên çanda kurdî hatin pêşxistin. Lê hikûmeta AKP’ê tehemul nekir û ji sala 2011’an ve pêkutiyên xwe zêde kirin. Di navbera salên 2014 û 2017’an de jî bêyî hincet û derveyî yasayan hemû girtin. Nêzî 100 şaredariyên di destê Kurdan de jî hatin desteserkirin û xizmeta bi zimanê Kurdî hat sekinandin. Li gelek bajarên Bakûr navendên tenduristiyê yên ku bi zimanê Kurdî xizmet didan, pirtukxane, peykerên şexsiyetên kurd û navên wan yên li ser park û cadeyan jî hatin rakirin. Enstituya Kurdî ya Stenbol û Amedê ku li ser wêje, dîrok, ziman û çanda kurdî bi sedan berhem derxistin jî hatin girtin.

 

 

Li Rojhilatê Kurdistanê pêkutiyên li ser zimanê Kurdî hîn dijwartirin û destûr nayê dayîn ku perwerde û weşangeriyek azad bê çêkirin.

 

Li gorî makezagona Iraqê zimanê Kurdî zimanê duyemîn ê fermî ye, lê li Başûr Kurdistanê ji bilî parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê; li Kerkuk, Musul û derdora wan perwerde û weşangeriyek kurdî ya berfireh tune ye.

 

 

Têkoşînê pêkutî têk birin

 

Pêkutî berdewam dikin, lê belê têkoşîn û israra Kurdan a ji bo ziman û perwerdeyê jî ranawestiya, pêş ketiye. Her çiqasî li Bakûr û Rojhilat perwerde û saziyên ku xizmeta bi zimanê Kurdî didin qedexe bin jî, di jiyana rojane de zimanê Kurdî serwer e. Êdî dikare bê gotin ku Kurdî buye zimanê siyaset, aborî, çand û kolanê.

 

 

Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî ji perwerdeyê heta çand, aborî, civak, siyaset di hemû waran de zimanê Kurdî esas e. Başûr ji sala 1991’an ve, li Rojava jî bi pêvajoya Şoreşê ya sala 2012’an ve pergalek perwerde, çand û siyasetê ya bi zimanê Kurdî hatiye avakirin. Li van herdu perçeyên Kurdistanê bi hezaran, dibistan, peymangeh, zanîngeh, navendên tenduristiyê, çandê bi zimanê Kurdî xebatan dimeşînin. Nifşê nû yê li van dibistanan tê perwerdekirin ji hemu aliyan ve bi Kurdî difikire, dinivîse û di axive.

 

 

Her wiha kurdên belavî welatên cîhanê bûne jî (Ewropa, Asya, Amerîka) bi zimanê xwe perwerde dibînin, di axivîn, dinivîsin.

 

Di roja îroyîn de zimanê Kurdî ketiye nava zimanên ku li cîhanê herî zêde tên axaftin. Li gorî kovara ziman a bi navê Le Français Dans Le Monde ku li Fransayê weşanê dike zimanê Kurdî di nava zimanê herî zêde tên axaftin de di rêza 31’emîn de ye.

 

Çapemenî

 

Kovara Hawar ji bo çapemeniya Kurdî jî wekî rawestgehek sereke tê dîtin. Piştî Hawarê li tevahiya Kurdistanê kovar, rojname, pirtûk û buroşurên bi zimanê Kurdî (latînî zêde bûn). Lê belê wekî perwerde, çand û tenduristiyê di qada çapemeniyê de jî, zext, êrîş û pêkutiyên li ser çapemeniya Kurd jî her dom kirin.

 

Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê ji salên 1990’an ve ku weşangeriya kurdî destpê kir, qedexekirin, girtin, revandin, kuştin û serdestkirin pir zêde bûn. Weşanên (Kovar, pirtûk, rojname, ajans, Tv) bi zimanê Kurdî hertim hatin astengkirin, girtin û qedexekirin. Zêdetirî 100 endamên ragihandinê (Belavkar, nûçegihan, nivîskar) hatin revandin, qetilkirin, girtin. Gelek jî neçar man ku derkevin derveyî welat.

 

Rojnameya yekem a bi zimanê Kurdî li Bakûr bi navê Welat derket. Lê ji ber pêkutiyan her navê xwe guhert û weşana xwe domand. Di sala 2006’an de cara yekem rojnameya Azadiya Welat li Kurdistanê (Amed) dest bi weşana rojane kir. Lê derbarê wê de bi sedan doz hatin vekirin, rêveberên wê hatin girtin. Herî dawiyê rojnameya Welat ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat girtin. Di rewşa niha de bi li ser înternetê weşan tê meşandin.

 

Dîsa nêzî 7 radyoyan, 5 televîzyon (Gün Tv, Azadî, Jiyan, Wan, Denge) 2 ajans (DÎHA, Dihaber), bi dehan rojnameyên herêmî hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) ku yekemîn ajansa jin bû û ajansa jin ŞUJIN jî hatin girtin. Televîzyona Zarok Tv jî, hat girtin, lê li ser nerazîbûnên tund, AKP neçar ma ku destûra weşanê bide.

 

 

Ragihandina Azad

 

Dikare bê gotin ku her êrîşek li ser ragihandinê hêrsa Kurdan zêdetir kir û rê vekir ku têkoşîna di vê babetê de berfireh û kurtir bibe. Kevneşopiya ku bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat deng veda. Îro li Bakûr, Rojava, Başûr û Ewropayê bi sedan dezgehên ragihandinê ku bi zimanê kurdî weşanê dikin hene. Ji rojname, heta radyo, televîzyon, ajans, kovar û malperên înternetê bi sedan weşan di xeta azadî, wekhevî, jiyana hevbeş, demokrasî û azadiya zayendî de berhemên giranbuha didin. Bi taybetî di weşangeriya bi nêrîna jina azad de, dengvedanek mezin çêbûye.

 

Ji ber vê xeta weşanê Ragihandina Azad êdî sînorê Kurdistanê û Kurdewarî derbas kiriye, bûye deng û rengê hemû beş, netew, bawerî û çandên hatine vederkirin, înkarkirin û bindestan.

 

(bz)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here