‘Divê Hikumet roja zimanê Kurdî bi fermî nas bike’

20

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

Îro 86.roja salvegera weşana Kovara Haware. Gelê Kurd vê rojê weke roja zimanê Kurdî pênase kiriye û her sal di 15’ê Gulanê de tê pîroz kirin. Li ser girÎngiya ziman mamostayê zanîngeha Selahedîn yê beşa Kurdî Merîwan Omer Dewlet axivî. Merîwan di axaftina xwe de balkêşa ser girîngiya ziman û got; “Ziman nasnameya her neteweyekê ye. Her geleke dixwaze were nasîn divê xwedî ziman be. Bi taybet zimanê Kurdî xwediyê dîrokek qedîme û ji beriya hezar salan ve tê.”

 

Merîwan îşaret sedema ne naskirina roja zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê jî dike û dibêje, “Ne fermîbûna roja zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê, xeletiyek netewiye. Ev yek jî bi dilê dijminane. Bi taybet ne pejirandina esasên kongreya neteweyî (KNK) felaketeke dîrokiye.”

 

Di dawiyê de Merîwan got; “Pêwîste di kabîneyekê nû ya wezareta Rewşenbîrî, Xwendin û Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê de li ser vê rojê bixebitin. Hêviya me ewe ku ji bo yekitiya netewî û Mîr Celadet Bedirxan ev roj weke rojek pîroz bê nasîn û rêz jêre were girtin.”

 

(bz)