Ebadî banga bi dest hejmartina dengên Kerkûkê kir

22

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî diyarbûna encamên hilbijartinê parlamentoya Iraqê ya di 12’ê Gulanê de, li bajarê Kerkûkê aliyên Ereb û Tirkmen dijî encaman nerazîbûn nîşan dan û encam red kirin.

 

Li ser vê yekê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro ku daxuyaniyek da çapemeniyê, bang li Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, li Kerkûkê dengan bi dest bihejmêrin.

 

(rn)