NAVENDA NÛÇEYAN

 

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên parlementoya Iraqê ku duh şev encamên hilbijartinên 10 parêzgehên Iraqê eşkere kiribû, şevê din jî encamên 6 parêzgehên din eşkere kir ku di navê parêzgeha Silêmanî, Hewlêr û Nînowa jî hene. Ancax ev encamên dawî nîne dibe ku piştî hejmartina dengên derveyî welat û hinek dengên hîn ne hatine hejmartin jî ev encama niha komîsyon eşkere kiriye, biguhere.

 

Kîjan partî li van parêzgehan yekem, duyem û sêyem e

 

 

Li gor encaman li parêzgeha Nînowa, Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî yekem e.

 

Li Hewlêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekeme.

 

Li Silêmaniyê jî YNK yekem e.

 

Nifşê Nû li Silêmanî û Hewlêrê di rêza sêyem de ye.

 

Goran jî li Silêmanî di rêza duyem de ye.

 

Encamên rêjeya dengên lîsteyan li parêzgeha Silêmanî, Hewlêr û Nînowa

 

HEWLÊR

 

628 hezar û 234 deng, sedî 92’ê dengan hatine hejmartin.

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 316 hezar û 1 deng

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê: 77 hezar û 792 deng

Nifşê Nû: 69 hezar û 123 deng

Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê: 49 hezar û 266 deng

Tevgera Goran: 39 hezar û 809 deng

Komela Îslamî ya Kurdistanê: 35 hezar û 534 deng

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 23 hezar û 933 deng

 

SILÊMANÎ

 

656 hezar û 507 deng, sedî 91’ê dengan hatine hejmartin.

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê: 262 hezar û 128 deng

Tevgera Goran: 149 hezar û 930 deng

Nifşê Nû: 61 hezar û 638 deng

Komela Îslamî ya Kurdistanê: 49 hezar û 343 deng

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 46 hezar û 567 deng

Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê: 44 hezar û 976 deng

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 29 hezar û 161 deng

 

Nînowa

 

910 hezar û 298 deng, sedî 91’ê dengan hatine hejmartin

 

Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Ebadî: 164 hezar û 714 deng

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 134 hezar û 782 deng

Hevpeymaniya Weteniye: 97 hezar û 58 deng

Hevpeymaniya Feth: 73 hezar û 253 deng

Hevpeymaniya Qerara Iraqê: 65 hezar û 58 deng

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê: 32 hezar û 178 deng

 

Hê hejmara kursiyên van parêzgehên rêjeya dengên lîsteyan eşkere bûye hê ne hatiye eşkere kirin.

 

Dema eşkerekirina encamên hilbijartinên parêzgeha Kerkûk û Dihokê jî ne diyare.

 

Ji van encamên heya niha ji derveyî PDK û YNK hemû partiyên din yên Başûrê Kurdistanê nerazîne û dibêjin, mûdexeleya hilbijartinê hatiye kirin û sextekariyeke mezin heye.

 

(bz)

 

 

 

                         

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here