Gelo hilbijartina parlementoya Iraqê serkeftî bû?

45

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di roja 12’ê Gulanê de pêkhatin. Di dîroka Iraqê de cara yekeme rêjeyek ewqas kêm tevlî hilbijartinan dibe. Herwiha ev yekem care sîstema elektronî jî tê bi karanîn. Dihat gotin ku wê bi vê sîstemê encamên rast û di demê xwe de werin eşkere kirin. Lê çi bû?

 

Hilbijartina 12’ê Gulanê saet 07:00’an de li seranserê Iraq û Herêma Kurdistan destpêkir. Yan jî dihat payîn bi vê sîstemê dengdan hemû bi hevre destpê bike. Lê li hinek navendên dengdanê yên li herêma Kurdistan, dereng destpêkir. Bi taybet li Şengal, Çoman, Germiyan dengdan dereng destpêkir. Herwiha li gelek cihên din jî gelek caran dengdayîn hat sekinandin. Wek sedem jî pirsgirêka cîhazê dengdanê dihat gotin. 

 

Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê welatî çûn ser sindoqan û dengê xwe bikaranîn. Lê rêjeya dengdanê gelek kêm bû. Tenê rêjeyeke  sedî 44.5’ê gel çûn ser sindoqan. Welatiyên ku dengê xwe bikaranîn, wer difikirîn ku wê dengê wan ji bo wan kesên ku baweriya wan pê heye biçe. Lê, ji ber van pirsgirêkên ku rû dan gumanên hilbijêrên deng dan jî pêşket.

 

Lê bi derketina encaman re, partiyên Herêma Kurdistan hevdu tawanbarkirin. Gelek aliyan diyarkir ku dengên wan hatine dizîn yan jî sextekarî hatiye kirin. Herwiha di medyaya civakî de gelek wêne û videoyên li ser dengên hatine şewitandin û dizîn jî hatin belavkirin. Dîsa li gelek navendan sindoqên dengdanê ji aliyê hêzên çekdar ve hatin dorpêç kirin. Hêzên siyasî yên li Herêma Kurdistanê PDK û YNK’ê bi sextekariyê tawan bar dikin.

 

Divê li gorî sîstema elektronî ya ku ji bo dengdan hatî bikaranîn, encamên hilbijartinê di heman rojê de bihata eşkere kirin. Lê li roxmê vê sîstemê jî ev du roj li ser hilbijartinê re derbas bûye hê encamên hinek parêzgehan ne hatiye eşkere kirin û hejmara kursiyên lîsteyan jî ne hatiye dayîn. Komîsyon encaman parçe parçe da.

 

Piştî ku beşek ji encamên hilbijartinê hat eşkere kirin, ragihandinên Herêma Kurdistan û Iraqê jî li gorî xwe, dest bi belavkirina encaman kir. Her aliyê ku li gorî xwe encaman belavkirî, xwe weke serkeftî da nîşandan û aliyên din jî weke binketî, dan nîşandan.

 

Heya ku hinek encamên hilbijartinê hatin belavkirin, welatî gelek bêzar bûn. Komîsyona hilbijartinê piştî 30 saetan karî encamên dengana 10 parêzgehên Iraqê belav bike. Roja din komîsyonê encamên 6 parêzgehên din belavkir. Bêy ku kursiyên hatin bi destxistin yên van parêzgehan werin eşkere kirin, encam hatin belavkirin. Yanî li roxmê encaman jî komîsyonê kursiyên van parêzgehan eşkere nekir.

 

Pirs eve; ‘Gelo bi rastî jî Iraq hilbijartinek serkeftî derbas kir, yan jî hilbijartina herî xirab bû?.’

 

Bêguman dema em li daxuyaniyên Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê yên beriya proseya dengdanê temaşe dikin û piştre tiştên ku rû dan temaşe dikin, dibînin ku dîmenê ku derketiye holê gelek gumanan bi xwere bîne û baweriya gel bi komîsyon û proseya dengdanê nemîne. Ev jî yek ji wan sedemane ku hilbijêr dengê xwe bikar neyênin. Her wiha sî bixe ser meşrûiyeta hilbijartinê.

 

(bz)