HEWLÊR / ROJNEWS

 

Bi encambûna hilbijartinên Parlamentoya Iraqê re, guman jî  zêde dibin. Li gorî gelek aliyan di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin. Li hemberî vê yekê wê îro li bajarê Hewlêr xwepêşandanek were li darxistin. Di derbarê vê mijarê de berpirsyarê Ofîsa hilbijartinan ya Tevgera Goran li Hewlêrê, Karzan Gerdî ji RojNews re axivî.

 

 

Gerdî di axaftina xwe de balkêşa li ser sextekariyên hatine kirin û got; “Li Hewlêr gilîyên me li ser encamên hilbijartinê heye. Me sextekariyên ku di roja hilbijartinê de hatine kirin tomar kiriye. Axaftinên berpirsyarê Ofîsa Komîsyona Hilbijartinê ya li Hewlêrê Elî Qadir ku digot, ‘Tu gilî ne hatine kirin’ ne rastin.

 

Berpirsê Tevgera Goran yê bajarê Hewlêrê Hêmin Şêxanî jî di daxuyaniyeke çapemeniyê de daxuyakirin ku ewê li gel 6 partiyên nerazî yên din îro di saet 16.00’an de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê xwepêşandek lidarbixin.

 

 

(îk/bz)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here