Hewlêrî li dijî nebûna ceyranê çalakî kirin

26

 

 

 

ROJNEWS / HEWLÊR

 

 

Îro di saet 10.30’an de hinek welatiyên niştecihê Komelgeya Talarî City li bajarê Hewlêrî ji bo nerazîbûn derbibirin çûn ber Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê û çalakiyeke nerazîbûnê lidar xistin. Nûnerên zêdeyî 850 malbatan tevlî vê çalakiyê bûn.

 

Tevî ku ev komelgeya Talarî City zêdeyî 5 salane çêbûye jî heya niha ceyrana giştî ji bo wir ne hatiye dayîn. Welatî jî bi daxwaza girtina ceyrana giştî çalakî lidarxistin. Ji ber şîrket bi hikûmetê re lihevnekiriye heya niha ceyrana giştî ji bo Talarî City ne hatiye dabîn kirin.

 

Ev welatî dibêjin, di meha remezanê de nikarin bêyî ceyrana giştî jiyana xwe birêve bibin û ceyrana jeneratorê nikare pêwîstiya wan a bi ceyranê dabîn bike. Ji Desteya Wezîran xwestin ku belgeyên pêwîst yên ji bo vê şîrketê wajo bike, da ku Wezareta Ceyranê pêwîstiyên ceyranê pêk bîne.

 

(bz)