KNK: Li hemû qadên jiyanê zimanê xwe bikar bînin

21

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di nava zimanên neteweyên bêdewlet de, yek ji zimanê dewlemend ê ji mirovahiyê re malovanî kiriye, li gel qirkirin, bişavtin û her cure astengiyan hebûna xwe heta îro bi berdêlên giranbiha parastiye, Zimanê Kurdî ye.

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin Kovara Hawar ku ji aliyê Celadet Bedirxan û hevalbendên wî ve  di 15'ê Gulana 1932'yan de hatiye weşandin, di heman demê de bang û qîrîna Kurdan bû û wiha hat domandin:

 

"Me jî wek KNK'ê guh da vî dengî û em ji sala 2006'an û vir ve 15'ê Gulanê weke cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Her wiha ev roja pîroz ji aliyê hemû rêxistin, sazî û tevahî girseyên gelê Kurd ve jî hatiye pejirandin û tê pîrozkirin. Em bi vê yekê gelekî dilxweş û serbilind in."

 

KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî destpêkê li dayik û hemû Kurdan pîroz kir û got, "Wek tê zanîn, neteweyek bi çand û hunera xwe tê nasîn. Hîmê bingehîn ê çand û hunerê jî ziman e. Eger ziman nebe, çand û huner jî ava nabe. Em baş pê dizanin, neteweyan hebûna xwe li ser van hîman ava kirine û ava dikin, wê ava bikin. Ji ber vê jî, bi taybetî di vê roja em tê de ne ku sînor û tixûb ji holê rabûne, ji bo hişmendiya neteweyî girîngiya ziman hê xurtir û girîntir bûye.

 

'Xeteriyên mezin li pêşiya zimanê me hene'

 

Her çiqas ji ber xurtbûn û berxwedêriya Zimanê Kurdî û têkoşîna Kurdan a bêhempa, pêşî li hin xetereyên tunekirina zimên werin girtin jî, lê îro em dibînin li Bakurê Kurdistanê, li metropolên dagirkeran û li diyasporayê hê xetereyên mezin li pêşiya zimanê me hene û ji holê ranebûne. Ji van xetereyan yek jî bi dil xwepişaftin (otoasîmîlasyon) e. Li van qadên ku me bi nav kirine, êrîşên mezin ên curbicur li ser Zimanê Kurdî hene. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê ji ber êrîşên faşîzan ên Dewleta Tirk a ku di bin fermandarî û desthilatdariya AKPê de tê birêvebirin, hemû sazî, komel, çapemenî û tezgehên li ser Zimanê Kurdî bi sînor be jî, dixebitîn, hatin girtin û berpirsên wan hatin zîndankirin. Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî êdî nikare bêhna xwe jî vede."

 

KNK'ê bi bîr xist ku li gorî daneyên UNESCO'yê, li rûyê dinê bi qasî 6 hezar ziman tên axaftin û hate gotin, li gorî vê saziyê heta dawiya sedsala 21'an nêzî 2.500 ziman dimire û ji holê radibe.

 

KNK'ê destnîşan kir ku bi taybetî du zaravayên kurdî, Hewramî û Kirmanckî-Dimilkî bi vê xetereyê re rû bi rû ne û got, ji bo vê divê têkoşîneke me Kurdan a xurt hebe.

 

'Ji bo zimanê me ji dest neçe em banga seferberiyeke giştî dikin'

 

Di dewama daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Em dîsa dibêjin, Zimanê Kurdî li gel biryara dagirkeran a parçekirin û tunekirinê jî, wê hebûna xwe biparêze û jiyana xwe bidomîne. Ji ber ku di vê rê de xebatên bê hempa hatine kirin û berdêlên mezin hatine dayîn. Bi hezaran cangoriyan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Helbet divê berhemên wê berxwedana pîroz winda nebin.

 

Ji bo zimanê me ji destê me neçe, em banga seferberiyeke giştî dikin û ji hemû Kurdan daxwaz dikin ku bila li zimanê xwe xwedî derkevin. Bila zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin. Eger zimanek di serî de di qada perwerdeyê de bi cih nebe, di qada siyasî, hemû qadên aborî, bazirganî, çand û heunerî de neyê bikaranîn û di nava hemû çîn û qatên civakî de belav nebe, ew ziman bi mirinê re rûbirû dimîne."

 

(rn)