NAVENDA NÛÇEYAN

 

Gelê Filistînê li dijî vekirina Sefaretxaneya Amerîkayê ji bo Kudusê duh rabûn ser piyan. Di êrîşên polîs û leşkerên Îsraîlê de 58 kes hatin qetilkirin û 2 hezar û 700 kes jî birîndar bûn. Li hemberî vê yekê ji gelek aliyan ve nerazîbun hene. Nerazîbunek jî ji Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK) hat. KNK bi daxuyaniyekê nivîskî êrîşa hêzên Îsraîl ya li hemberî sivîlan şermezar kir.

 

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;

 

“Dîsa li herêma Filîstînê alozîyên mezin despêkirin, dîsa xwîn rijiya. Di encama xwepêşandanên duh de heya niha bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî du hezar kes jî birîndar bûne. Hêzên ewlekarîyê yên Isaraîl li dijê sivîlan çek karanîne û ev helwest nayê qebûlkirin. Em weke KNK êrîşên dijê sivîlan bi çi awayî be bila bibe qebûl nakin û şermezar dikin.

 

Rojhilatanavîn têra xwe tevlîheve. Li vê cografyayê pirs û pirsgirêk mixabin bi diyalogê nayên çareser kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî aloziya Israîl û Filistînê ye ku eve bi dehan salan e hêj jî, li gorî rastiya îro û hebûna xelkên navçeyê formekî maqûl wernegirtiye. Rewşa niha cîhanê cûdaye. Israîl û Filistîn dikarin weke du dewletên cîran, dinava aştiyeke mayînde de bi hevre jiyan bikin.

 

Di serî da Qudus û li ser hemû pîroziyên dînî gurkirina şer û zêdekirina pirsgirêkan hem ji bo dewletên Israîl û Filistînê û hem jî ji bo xelkên herdu dewletan feydeyê nayîne, berevajî dijminahiyê kurtir dike.Ev yek jî rê li ber diyalog û çareserîyê digire û zerareke mezin digihîne xelkên Israîl û Filistînê û herweha navçe jî ji aramî û tenahiyê dûr dikeve.

 

KNK daxwazê ji rêvebirên Israîl û Filistînê dike ku beramberî hev pozisyoneke dijminane negirin, pirsgirêkên xwe bi diyalogê û metodên aştiyane çareser bikin û wekhevane rêzê li hebûn û pîrozîyên xwe bigirin. KNK bi dilgermî ji dewleta Israîl daxwaz dike ku beramberî xelkê sivîl û nerazîbûnên demokratîk û aştîyane bi sebir be.”

 

(îk/bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here