Li Başûr çalakiyeke bi bandor: 4 kuştî-Nû Bû

21

 

 

 

ROJNEWS / BIRADOST

 

Li gorî agahiyên herêmî duh di derdora saet 14.00’ê piştî nîvro de gerîlayên HPG’ê çalakiyeke bibandor a bi çekên sûîkastê û çekên navîn li dijî artêşa Tirk a li Girê Lêlkanê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûne pêk anî.

 

Li gorî agahiyên destpêkê di encama çalakiya gerîlayan de 4 leşker hatine kuştin, 5 jî birîndarin.

 

Artêşa Tirk ji bo cenaze û birîndarên xwe bigire şevê din di saet 12.00’an de helîkopter, Skorsky bi hemahengiya balafira keşfê şandiye Lêlkanê. Hate gotin ku helîkopterê nêzî saetekî derdora xwe reşandiye.

 

HPG’ê heya niha di vê der barê de daxuyaniyeke fermî ne daye.

 

Lêlkan ser bi parêzgeha Hewlêrê ye.

 

(bz)