NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di 6’ê Kanûna sala 2017’an de gotibû dê Sefaretxaneya xwe ya li paytexta Îsraîl Tel Avîvê bibin Kudusê, duh ango di roja damezirandina Îsraîlê de merasîma veguhestina sefaretxaneyê çêbû.

 

Gelê Filîstînê jî li hemberî veguhestina sefaretxaneyê li ser sînor bi beşdariya deh hezaran kesan çalakî lidar xistin. Lê belê polîs û leşkerên Îsraîlê bi guleyên rast, bombeyên gazê êrîşî bihezaran kesan kirin. 

 

Li gorî zanyariyan di êrîşan de 58 kes hatin qetilkirin û 2 hezar û 700 kes jî birîndar bûn.

 

Komkujiya duh, piştî komkujiya ku Îsraîlê di sala 2014’an de li Xazeyê pêkanî, komkujiya herî mezin e.

 

Çav li rê ye ku xwepêşandan îro jî berdewam bikin.

 

(rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here