Li Şengalê betlaneya xwendinê

34

 

 

 

ÎBRAHÎM ÊZIDİ / ROJNEWS

 

 

 

Mamosteyê Dibistana Şehîd Şengal ya li taxa Yermûk ya navenda Şengalê Hemed Şebgalî li ser betlaneyê axivî û diyar kir ku îsal ji bo perwerdeyê saleke xweşbû. Şengalî wiha behsa perwerdeya îsal kir, “Me û zarokan me saleke xweş bihevre derbas kir. Şagirtên me jîr bûn û piranî jê sedî 95 bû. Dema berê zarokên me bi zimanî Erebî dixwendin gelek zehmetî dikişandin. Lê niha zarokên me bi zimanê dayîkî dixwînin, her wiha li ser baweriya xwe dixwînin. Ev jî dibe sedem ku zarokên me zû pêşbikevin.”

 

 

.Mamoste Ehmed diyar kir ku ew bi derfetên xwe van dibistanan birêve dibin û got ku heya niha Hikûmeta Iraqê ti alîkariyek ji bo perwerdê ji wan re ne daye tenê alîkarî ji aliyê Rovajayê Kurdistanê ve ji wan tê.

 

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelê Êzidî yê ku li  çiyayê Şengalê de man dest bi ava kirina sazî û rêxistinê xwe kirin. Li ser daxwaza gel û bi biryara Meclîsa Avaker a Şengalê di 22’ê Adara 2015’an de dibistanên bi zimanê Kurdî li Şengalê hatin vekirin. Detspêkê zarokan dibin çadiran de perwerde didîtin. Lê, bi vegera gel re hejmara dibistanan zêdetir bû û bi hêza xwe karî 18 dibistan ava bikin.

 

 

 

(bz)