SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

 

12’ê Gulanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk hatin. Bi eşkere kirina encaman re, ji bilî PDK û YNK,  hemû partiyên din yên Herêma Kurdistanê nerazîne. Li ser vê yekê Tevgera Nifşê Nû îro li navenda xwe ya li bajarê Silêmaniyê daxûyaniyek çapemeniyê da.

 

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê serokê lîsta Tevgera Nifşê Nû yê Hewlêr Rabun Meruf ve hat dayîn. Rabûn di daxuyaniya xwe de got; “Encamên ku Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê eşkere kiriye ti pêwendiyeke xwe bi rastiyê re nîne. Li Herêma Kurdistan û navçeyên din sextekariyek sîstemîk, ji aliyê her du partiyên desthilatdar ve hatiye kirin.”

 

Rabun diyar kir ku ew weke Nifşê Nû ev encama hatiye eşkerekirin red dikin û wiha pêde çû: “Em encamên hatine eşkere kirin red dikin. Me hemû binpêkirinên hatine kirin tomar kiriye û emê bibin Dadgeha Federal ya Iraqê. Herwiha ji bo em nerazîbûnên xwe bikin yek me daxwaz ji wan partiyan jî kiriye ku bên gel hev.”

 

Herî dawî Rabûn di daxuyaniya xwe ya li ser navê Tevgera Nifşê Nû de got; “PDK û YNK encamên hilbijartinan li gorî berjewendiyên xwe rêkûpêk kirine. Ev sextekarî encama nêzîkbûna dawî hatina vê desthilatdariyê ye.”

 

Rabûn di dawiya axaftina xwede peyama çêkirina koalîsyoneke xurt li parlementoya Iraqê ji partiyên din yên Başûrê Kurdistanê yên nerazî kir û got, “Emê bi PDK û YNK’ê re ti hevpeymanek çênekin û neyên gel hev. Lê deriyê me ji bo aliyên nerazî vekiriye û em amadene karê hevbeş bihevre bikin û guftugoyê bikin.”

 

(îk/bz)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here