Qada perwerdeya Mexmûr roja zimanê Kurdî pîroz kir

21

 

 

MEXMUR / ROJNEWS    

  

Qada Perwerdeya Wargeha Ş. Rûstem Cûdî   roja zimanê Kurdî li dibistana Şehîd Mihemed Kurt seat 17:00’an de  bi daxuyaniyekê pîroz kir. Beriya ku daxuyanî destpê bike bi deqeyek rêz hate girtin. Daxuyanî  ji aliyê xwendekar  Amed Ayar ve hat xwendin.

 

Daxuyanî bi van gotinan despêkir: ‘‘Zimanek heyînekê zindî ya ku mirovan ji tebayên din cûda dikeye. Bê ziman mirov, bêmirov civak nepêkane. Mirovê bê ziman, civaka bê welat weke firindeyekê bê per û zindiyekê bê giyane.Ger niha mirov weke tebayekê herî pêşketî tê dîtin, dewle serê zimane.  Ji ber wê civakên pêşketî xwediyê zimanê pêşketîne. Civaka zimanê wê pêşketî xwediyê hişmendiyek pêşketiye. Yên ku xwediyê hişmendiyek pêşketî tevayî pirsgirêkên xwe bi riya ziman çareser dikin. Yanî ger pêşketî bin, ji bo pirsgirêkan pêwîstiya wan bi şer û li hevdû şkênandinê namîne.

 

 

Dagirker li Efrînê li gel qirikirinên fizikî û talankirinê; zimanê Tirkî jî li ser gelê me dide ferz dikin. Îro em dibînin ku neyarên gelê Kurd, bi taybet dewletaTirk ya faşîst lez daye bişaftina zimanê Kurdên Bakûr Kurdistanê. Ji bo bikare vê bişaftinê demek zû serbixe, dest bi qirkirina fizikî jî kiriye. Ji bo bikare Gelê Kurd ji dîrokê rake û bişaftinê li ser hemû Kurdan bide pêkanîn; êrişên xwe derbasî  Efrîn û Başûrê Kurdistanê kirine.  Li Efrînê li gel qirikirinên fizikî û talankirinê; zimanê Tirkî jî li ser gelê me dide ferzkirin.

 

Her wiah di dawiya daxuyaniyê de destnişan bi vê yeke hat kirin û wiha bi dawî anî: “Em weke qada perwerdeya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî banî tevayî Kurdê birûtem dikin, bila her kes li hemberî vê zilmê rabe û li zimanê xwe xwedî derkeve. Her wiha em soz didin, heya zimanê Kurdî bigihe rêza zimanê herî pêşketî, emê bêrawestandin bixebitîn. Dîsa biboneya vê rojê cejna zimanê hemdem yê Kurdî, li hemû gelê Kurd, mirovahiya pêşverû û bi taybet li Rêberê rêberan, Rêber Apo pîroz dikin.”

 

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Cejna Zimanê Kurd pîroz be’ bi dawî bû.

 

 

(dş-ep/rn)