Qeyrana aborî bandor li ser rojiyê jî kir

39

 

 

 

CÎHAD  HEWRAMÎ/ ROJNEWS

 

 

Sibe meha Remezanê ango, li gorî ola Îslamê meha rojiyê destpê dike. Her sal welatî bi vê mebestê diçin bazarê û pêdiviyên rojiyê dikirin. Lê îsal li Herêma Kurdistanê qeyrana aborî bandorek neyînî li ser bazara, bajaran jî kiriye.

 

Li bajarê Helebçeyê bazarên ku her sal çend roj beriya Remazê tije dibûn, îsal vala xuya dikin.  Welatî sedema vê yekê wekî qeyrana aborî û siyasî dibînin.

 

Welatiyê Helebce Piştîwan Kemal weke feramnbereke wija ji ajansa mere got: “Ji ber aloziya siyasî û aborî rewşa bazarê nebaş e. Em nikarin pêwistiyên meha Remezanê ji bazarê bigirin. Li gorî sîstema paşdexistin muçeyan,  hemê carekê na, 40 rojan carekê muçe tê dayîn. Ew jî ewqas kêm e ku em nikarin biçin bazarê pêwistiyên xwe bikirin.’’

 

 

Piştîwan Kemal bang li hikumet û hizbên desthilatdar kir ku dest ji berjewendiyên xwe berdin û di demek nêz de çareseriyê ji bo vê aloziyê bibînin.

 

Welatiyê bi navê Merîwan Hewramî têkildarî mijarê wiha axivî: “Em hersal ji bo pêşwazîkirina meha Remezanê bi germî diçûn bazaran û pêwîstiyên xwe di anîn. Lê ev çend sal in, ji ber qeyrana daratyî û nebuna kar, em nikarin pêwistiyên xwe bikirin.”

 

 

Dikandar Kosar Nadir jî wiha got: “Ji ber hatina meha Remezanê û rewşa nebaş a welatiyan, me nirxê kel û pelan xist asta herî kêm. Lê dîsa jî bazar ne qerebalixin. Tenê dema karmend mûçeyên xwe digirin, wê deme bazar hinekê gerim dibe. Pêşiya ku qeyrana darayî çêbibe, welatiyan bi dilgermî pêşwaziya meha Remezanê dikir. Lê niha bazar vala ne û tu kes ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewl nade. Pirsgirêk hatiye astek wisa ku êdî em ê aqlê xwe winda bikin.”

 

 

(rn)