Welatiyan hilbijartin nirxand

51

 

 

 

BOTAN GERMIYAN / ROJNEWS

 

 

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 12’yê Gulana 2018’an de pêk hatin. Encamên hilbijartinê hîn bi temamî nehatine eşkerekirin, lê  rêjeya tevlîbûna gel wekî ji sedî 44 hat eşkerekirin.

 

Di çar hilbijartinên dawî de, rêjeya herî kêm a tevlîbûnê di vê hilbijartinê de çêbû. Niha pirsa tê kirin ew e ku çima tevlîbûn evqas kêm e.

 

Me jî ev pirs ji welatiyên navçeya Kelar a girêdayî Îdareya Germiyanê pirsî.  Welatiyên ku dengên xwe bikar anîne û yên ku bikar ne anîne ji RojNews re axivîn.

 

Gulebax Celal yek ji welatiyên ku dengê xwe bikar anî ye. Gulebax diyar kir ku dengdan weke mafê xwe dibîne û got: ‘Encumen û hizbên heyî, ne karîn di parlamantoya Iraqê de ji bo netewa Kurd rolek baş bilîzin. Li dijî vê dagirkeriya li ser xaka me, nekarîn bibin xwedî helwestek cidî. Ji ber wê pêwîste hizb û fikrên nû biçin parlamantoya Iraqê.’’

 

 

Eyad Mihemed ku wî jî dengê xwe daye wiha axivî: “Min dengê xwe da ji bo sîstema siyasî ya nû. Lê mixabîn belgeyên ku niha têkildarî hilbijartinê derdikevin, nîşan didin ku dîsa sixtekariyek mezin hatiye kirin. Ev kar ji aliyê partiyên desthilatdar ve tê kirin. Zext li welatiyan dikin ku ji bo pergalek nu çênebe. Lê welatî  bi hêvî ninin.’’

 

 

Welatiyê bi navê Çuman Ebdul Rehman li gel du hevalên xwe dengên xwe bikar ne anîn. Rehman sedema boykotkirina hilbijartinê wiha vegot: “Dengdan li vê herêmê tenê ji bo zengînkirina berpirsên desthilatdariyê ye. Ji ber ku  piroseya hilbijartinê ji aliyê desthilatdaran ve hatiye çêkirin. Tu çiqasî dengê xwe bikar bînî jî wê sextekarî û hileya bikin.’’

 

 

(rn)